"Mirîyên ku jixwebawer kefenên wan sor in"
Bi min dizane
Diherikim bi şevê re
Di reqsa alifên Xwedê de, serekê bayê xizan im
Ne bangî hebûna min bike
ne jî tunebûna min
Bajarek bû ji dinyayê hatibû qewirandin
Ez bûm
û kefenekî sor bû
Di qibûra xwe de hilnayên
bayên barîte
Wekî mêşên berateyan li min dicivin
û ji kerban radimûsin rûyê min
bi min dizane
siwarên min hatine kuştin
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mîtan Şareza şiirlerine dön