Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Keran kêr dike, lêvên deryaya êvaran, ji tenêtîyê re mazûban, Keran kêr dike." Her rojên te yên ku bi min ketî, di ser min re gav dike û pirsa dûrîya ku te li cem min hiştiye nake Tu dibêjî qey ez bûme minafiqê rast û çepê evînê Nêzî mêzîna dilê min nebe Nikarim, tiştên ku te li peravên şevan dikir himbêza sibehan hilgire Nikarim, kerîyên stêrkan binixumînim bi kenên te Nikarim, xwe bi tenê ji bageran re bişewitînim û nikarim, êdî şolî ye ji bo paldana te asîman Xwezî min hebûna xwe di himbêza warên te de şên bikira Lê nikarim Nikarim bi rojan bixapim bi devên wan te ji bîr bikim Nikarim, nexweşîya te wekî asoyê bitefînim di kolosê xwe de Lê çîyayên min, niha biberf e û çûyina te di paxila min de şûnşopa pêxemberekî bêkitêb dihewîne Min ji bo xewa te xewnên xwe li ber pêyên şevên te dikir şujdeya bilûra melodîyên bêkabûs Dema ku helbest bi destên me bigire Tu dizanî, ji xwe her êvar, zarokên me ne

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz