Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Heke ev çûyîna te li vegeran bimîne tu yê li min kuştinan bixemilînî" Salên xwe xistiye pê, bi gavên pir giran Pê hisîyam kosî warê xwe bi xwe re nagerîne tu caran Tenê zarokatîya min bû, dialiqî bi qirşê xewnan, wekî potan Belê êdî ne zarok im, xulamtîya xwe dawdişînim ji çavan Guherîneke di kovanîya dembiharan de diçikîyan Temaşeyî jihevfilitandina rehê min ê ji te mayî rizîyayî û beravêtîyê salan dike Ax! De îcar xuya dibe rûpelekî ji dil hatiye çirandin ji lênûska rabirdûyê mayî, bêîman û gîyanê min wekî gîhayê li ber devê bageran bi cizba senfonîya xizanîya xwe tê dadan Bar û berateya min e, berevajîyê wê tune ye Tu êdî ne ew ê ku ji şevên min re dibû mêvan Ez im ê ku li kolîpoşmanîya xwe rûniştime bitofan Pê dizanim êdî tu jinebîyeke ji qewman hatiye qewirandin Lê tu her wekî apoletekî zêrîn î li ser milê zilamtîya min hatiye veniştin û li cîyê êş ê xunavîya kerba te mayî radizêm di sura bayên te de bi rojan Min xwe ji bîr kir li sîya te Kela dilê min bû, rabû ser pîyan Erê... kêm zêde ji kavilê navê min re tu mayî û wêneyê asîmanê min şolî dibe dema ku li rûyê te keve baran ji rehma bajarekî bêyezdan Berbanga tilaqavêtinê ye himetdarîyên ji rojên xemsar Wekî bayên no radipelike bo dotina ewran Wekî kerîyên ku tirsa guran têkeve nava wan Hey! Ez ê xwe bi xezebekê biavêjim bextan Hey! Miradê min e, di qirika min de maye bi salan Tenê, bila li min ke cilê vegeran Wê çaxê ez ê biherikim ji çavên te wekî du rûbarên hibran Li min neke xeman! Li min neke heyran!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz