"Zarokên ku di parzûnên dilovanîyên we yên sexte de
bi qalikên birînên xwe re, bincil bûn û çûn"
Ji perîkên baçermokan hibra xwe ya dawîyê dirûçikînim
û ji we belawela dibim, wekî pûşên ku di şerê bê de
çawa tenê nemînim
çawa
Ajaweyên vî bajarî
Wekî bombeyên fosforê ji bêdengîyê re
Guhan dadiqurtînin
çawa li min dicivin
çawa
Bajar, çivîkên hezê di hêlînên çavên min de
bi mirarî da ber devê firê
û we êşên min kir balîfa kêfxweşîyê
Ez ê çawa xwemgîn nebim
çawa
Lîstikên zarokên mirî ji pêyan dike rewnaqên min
û çawa çavên min dike pêlavên êşan
çawa
û hûn wekî pelên payîzê ji ketina temenê xwe re amade
û bêdeng û yek reng
çawa hûn ê keskesora ji zarokan re bikin xelat
çawa
We vajî li xwe kiriye resenîya xwe ya xerxote
û hûn di sînga bablîsokan de cotên beradayî
Li axa zimanê xwe dixin, barê neçarîya min a rijî
çawa we nebihîsim
çawa
Dema ku hûn dibin peşk
û li rûyê erdê dikevin
ji we keser diqurifin
Kolanên kronîk ditewin
çawa ji we nequtifim
çawa
Bizotên ku rêkên xwe ji gûrîyên êgir dagerandiye
goştê min ji hestîyê hestên min dike
û tefandina bajarê we di min de diçêre
û çawa dilopek hêsirên we yên hesinî nebû para min
çawa
Dixwazim ku neynûkên xizanîya xwe
ji kokê de rakim
Li min diare şîrê şeva reş
Pîneyên min diniqute
çawa nebînim mîrata parsekîya we
çawa
û ez ê
çawa nebînim korayîya we, bi awirê aramîyeke derewîn
çawa
û hûn ê di ser pira katjimêrên hişê min re derbas bibin
çawa
Disekinim
Ji dîn û hovîtîya we re
Girêkan li xwe dixim
çawa nerevim ji we
çawa
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mîtan Şareza şiirlerine dön