Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

23 views 0 likes
"îro awêneya bindestîya neteweyeke bêdev e Kobanî... Kobanî ku tu bikevî, ez ê dilê xwe daynim ji hebûna xwe. bila êdî kesek qala mirovahîyê neke ji min re." Di dîmenên kînarên gumanan de beliqîye Heyveroneke tamsar û kevanîyeke hejar Ji çepilên rojê revandiye senfonîyên bayên sibeha porkur û notayên tenûra vemirî Di pêlên vîzevîzê de Bila bihewîne zarokatîya min a henûn di dergûşên pênûsên helbestan de îro dilikume di kolanên riswa de Kûzekûza cewrikên çavdaxkirî ji ciwanîya min re û bila çermên nasnameya min Ji morgên xewnên şeliqî rakin Bila bibihîze navên paytextên zordarîyê û navên wan zilamên qelew ên ku cilên Xwedê li xwe kirî Kevzdarên peykerên xîretê Bila tovan biçîne di bêvila kulên me de û bila çend demên kemilî bêhal bimîne di reşberfa sirûdên pirtûkan de Ba bila bi dengê şûrê dîrokê biqîre Zehferanên ku di meytên min û axê de Di nava xalîçeya Kurdistana min û we de Wê cotkarekî dengbêj xweş bibêje navên êşên me û ez ê kezeba xwe bibirêjim di xelaya mirovahîyê de Bila bifetise di kuçeyên qehpikan de Lewendîyên min ên bêxem Ji bo ku ez bibim xulamekî rasteqîn Ku bi bêrên agirperest veşêrim êşên xwe ên ji karwanê bi xwînê dagirtî Di dîmenên kînarên gumanan de beliqîye heyveroneke tehmsar û kevanîyeke hejar

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Mîtan Şareza
🛒 0

Your Cart