Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"keservedana mijê, ji pênûsa şevê diniqute... bajar kêlên katjimêr 23:54’an li devê xwe xistiye. û niha peyv kuştîyeke neşûştî ye." Li wê rastê binê bîra min, belengazê bîranînên te ne Radestî paxila şevekê dibim, dengê min birçî dimîne… û radiweste di bêjinga rojê de, nakokîyên min î ji wî asîmanê ku bi sermestî dawa xwe li ba dike di taxa zemanê tenêtîya min de Tenik e rûyê te, ê ji qewmê bê, tenê min dihewîne I –Tenik e Rûyê Te Ji Qewmê Bê "Devê çêlika çivîkekê me, ji qewmê henûnîyê, Birçîyê firîne ên hezê, pênûsa demê ye bazkikên min." Li wê rastê terk-î-dinyayê werîsê stûyê xwe me, berî serdana seridandinekê valahîya watedarîya sîyên kuştîyan e, erdên min Dema derbê ye, xwîna li ser tatên tenêtîyê dibiriqîne Nikarim li ser gîyanê koçberîya evîna xwe biedilim û êdî dareke bêkok e kenên min Kuxika ewrên bêraman e, di bîreweratîya çîyayan de Asîmanekî kal e, têra xwe bi rojan dagirtî û a rastî Di taldeyan de, galgaleke ricifokî ye gavên min Dirûvên ewran, min dike mindaleke baranî, nixurîya payîzan Di timakarîyê de, ji hev du kişif nabe gur û kûçik Her êş, dibe hogirê şîna xwe, dadigire safîtî û sermestîya xwe Ya star! rihê min wekî beytikeke birîndar li ser dara demsalan bi çîzeçîz û zebanîyên serdema beravêtî li têla bayê dîmeneke bitoz dikeve Nalînên min ji cîyê xwe naleqe Li warê xwe ditefînim dawîya temenekî Betilî me ji avdanan Gul li çolistana xwe nayê Kêm dikurisînim bêdengîya derewan Li wî baxçeyî ku roj lê hilnayê Sarogermî xwe dibim, di qonaxa magmayekê de û berfa ku laşê xwe dimale, dihele diterikîne, fetisînekê di xwelîdanka şevê de Êdî şûnşopên te, di kavilên min de maldar e Li wê sermayê, dixuricim… Destên xwe ji vê germayîya dinê dişom Dora min e Dora min II-Tenik e Rûyê Te Ji Qewmê Bê "Hetanî ku tu bigihînî temenê axa nizanim çend milyar salan, ez ê ji te hez bikim..." Li wê rastê Berateya min dinale û darên êşê bilind dibin di xwîna min de Dema ku ewr biteliqin ba zîpikan nahewîne di himbêza xwe de çawa dibe ku ez morîkên bêzarîyên xwe dicivînim di lûtkeyên kambaxîya aramîyeke beradayî de û çawa dibe ku, şev ji devê jinekê diherike di pakîya şerekî mişt de Lê nikare kezeba min bi melodîyên lorandinekê aş bike û binixumîne Lê bi wê çûyinê nikarim Di pakîya keçekê de, gavên nêrgizokî ye Zû diçilmisin di refên ruh de Ji wan qulmişkên kerbê ye Qerejdax fîstanek e ji helbestên kihêl li xwe kiriye Hey! Lê! Payîza Derwêşî ye û li girê paytexta evînê Edûlek, xunav maye hilweşîyaye Bi wê çûyînê nikarim III – Tenik e Rûyê Te Ji Qewmê Bê "Ji xewa xemgînîyê ye. Ev asîman wekî latekê ku bi ser min de ketibe Li dengê xwe digerim niha." Li wê rastê çawa! Wekî kûçikekî ku hestî di qirikê de bimîne, li xwe aliqîm Defa dînan e di hundirê min de Heta ku biteqe navê dûrîya xam Bîna ewran e li belengoşka tifaqa min î li ser tayekî mayî re neyar e û êdî gotin jî li kirasê xwe naedile. Ku li rûyê bajêr bikeve baran e Qîyamet e Lehî ye Wê bi xofa xwe li me rûnê ev bêrîkirin û çik î tenê, çênîçênî ji xwe dixwim Ku bêgor destên xwe dirêjî henûnîya mirinekê bikim sip î sar… û girifdar Seat her şer e di binê bazkên te de û ew dem ji bo kesekî ranaweste Dilewite her xweşîyek li pê siwarên bêhiş Li wê qadê di kozika stêrkan de bê şewq dinalîyam IV-Tenik e Rûyê Te Ji Qewmê Bê "Li pêlava wê şevê digerim, Wê şeva ku li ber derîyê pênûsê şopên xwe ji bîr kirî." Li wê rastê Rûpoşên zîldana hovîtîya xerabbajerekî ye di werzeyên min de hêlîna xilmaşbûyîna cîyê pêyê êvaran raxistiye û dilê min di wê tarîyê de dibe wekî moxilekê ku her şêwir lê dikeve Li wî cîyê warê kevnar, deng hilnayê, ji soberîya elendan Di nav her du tilîyên te de, wekî tefandina şimayekê me ji min qîrîn bilind dibin... û êdî ew bînayî, a ku ji te mayî ne tazî ye, kirasê tenêtîya min e ku te li xwe kiriye Gerdûna gerînekê derûnîya min, çelqî erdkêşîya te dibe û di qirika şevê de vedimirim hêvîyên min naçe xwarê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz