"îro peyvên min çi li xwe ke tazî dimîne. Ax!
Mirin têra her kesî dike, lê bi tere jîn firek av e"
Tîr dibûn ji xwînê
Zarokên ku desmala bê li ba dikirin
çend hezar car hatine kuştin
Payîza dilê min, çend sal çê bû?
Lawikên ku di şerî de îro wêne
ji navên we re nameyên bêrîkirinê dişînin
Ez leşkerekî Medî me
Di sengerekê de, ker sekinîme
Keçikên ku ji heyvê bedewtir, ji avê zelaltir
darbestên xwe, bi melodîyên hêvîyê re bar dikin
Kezîyên baranê, tav ziwa nake
Rê ji şûrî, xwînê vedixwe
Keçikên ku di şerî de îro wêne
ji navên we re nameyên bêrîkirinê dişînin
Ez leşkerekî Medî me
di sengerekê de, ker sekinîme
Lawên wan
Keçên wan
Li wan deran
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mîtan Şareza şiirlerine dön