Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Erdê bihuştê ye dilê te yê beyar Ji kîsê hezê diajo cotkarekî evîndar Ji dojehê firar" Dîmeneke lerzokî me, di çavên te de Ji bayên bêdengîya te, pelên xwe dimalim Li min venagere, demên ku ji destên min firîyan û bêdengîya bêrîyê, min ji bîr kir, li kevîya xeman Tu jî dizanî çîrokek bû Wêneyekî kevn bû Bajarekî bêdeng bû Mirina min Zayînek di destên min de miçiqî Warên min derengîyê dipîve Gavên min diperpite, li ser axa te û êdî goristana bêxwedîyan e dilê min Tu jî dizanî çîrokek bû Wêneyekî kevn bû Bajarekî bêdeng bû Mirina min Ez bi destên xwe gulîyên şikestina hundirê xwe dihûnim Dibim katjimêra lorandinê ji êşa xwe re Kevnekenek im, di qetrana şevê de asê dimînim Wekî cixareyeke nîvco, vedimirim, ditemirim Tu jî dizanî çîrokek bû Wêneyekî kevn bû Bajarekî bêdeng bû mirina min

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz