Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Dev li çûyina xwe ya hatinekê ke Bila bi bêrîkirinên me bihese Bila çavên birçî di xelatîya hezê de ji kîsên pênûsê nexwe" Dema ku bi te, tenêtîya vî bajarî di cîyê xwe de wekî pelan, bêaramîya xwe li dil biqîre strana ku bi dehan qufilan, devê wê hatibû dadan dibe teqîneke xwekujîyê, di vîna berbanga min de û ew çavên li rê, disincire wekî sêleke sor Her rabirdûyên ku di xapa demjimêran de bejn û bala rojên winda, di awêneya zemên de diderizîne û dixemilîne bûka baranê, di paceya zavatîya dîdarîyê de Lê li vegeran, heta niha qet nebarîyaye navê te Wekî dasekê bêfikar şev û rojên min ji bîrawerîyan re biçine û dayîne kulîna êşên ku di destên bêxewîyê de da ku, bila bibe di mihraba te de mêvanê doza işqê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz