Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Zirze dibe bedewîyên baldanekê, di milêva sînga min de Difetise ramûsanên derengîyê vê sibehê di nikulên katjimêrên birçî de" Di werzeyîya derûnîya xemsiwarîyê de êdî nîvên şevan ji laşê min vediciniqîn û şerabî ye asîmanên serxweşîyê Dinisilî gerdûna min a terxanbûyî li ber teşîyekê Tav di dêranîya reşgirêdanekê de, xwe diavêje bextê stranên bê Roj ji kela xwe dikeve û derîyên xwe digire ji wê inkarîyê re Di destê gerdûnê de heyv û stêrk dimîne Hişê min di paxila şevê de, wekî bizotên êgir li hev du dikeve Ez ê evdal î kor Dihedimim di herikîna kanîyên te de li valahîya xwe vedigerim tî û miçiqî Qulingên min î barîte serjêkirî dawerivî sîxikên axa kezebreşîyan dibe Fitil fitil têne xwarê, ji kirasê mijê Pîneyên xesandina gavên bêşop Ji jimara derheşîyên xwe dipirsim Ji wê Wer… dereng dimînim

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz