Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Bi ramûsanên êvarî re, êşên min meşîyan û ê ku di bextê te de, ji agirê xwe şanaz, ez im." Min ê, di destên her demsalan de sirûda payîza te li xwe kira Li kolanên qebraxên ku her kêfxweşîyên me li nexweşîyekê mar dikir Lê ez wekî dînekî ku doxîna wî vekirî û bêxem xwezî karîbûma bimeşîyama bihatama û tenê ji birçîbûna zikê xwe re bigirîyama Min ê, raxista welatek ji awirên te ku min, bihejanda, biloranda, bimijanda Lê çima îro, dengê min giran e? û çavên min, di hêtên gerdûnê de wekî bizmarekî ku bêwate di cîyê xwe de dima? Min ê, semayên xwe, bi dilşadî pê xistana, ji agiran cuda Heta ku ji min dûxana te ya hatinê bihata hildan Lê zimanê min di devê qereçîyekê de, dibe carisî û li min vedigere, dibe girî Min ê, derî û şibekeyên, warên ku terka te kirî li gîyanê xwe bifitilanda û li xwe vegeranda Lê tûj dibûn, ewrên ku pala xwe didan çîyayan Te digot qey, ew ê bi ser min de verişin Ew jî diêşin, bi qasî min Min ê, çavên ku bi çûyina te ketî Bikira rûbarê hetikandina vî bajarî Ev bajar! Wekî garaneke gadayî û bi têra xwe beradayî Wê min wekî qerpotekî, li şûna xwe daweşîne Min ê, xwe bikira birîna xwe ya derbê Her qîrînek, min ji werzeyan dibe Ji kuştina masîyên golên xeniqî û devê min dibû asîmanê ku tu lê dibû mêvanê asoyên min î ji şevan re kuştî ê bihevşabûnan û dibû civîkên ku ji nêçîra evîndarîyên xwe yî xeyîdî li darbesta çavên min dibû koçbereke ku qet nikarim navê wê bînim ser zimanê xwe

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz