Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Banê min ji baranan re mazûban e û diniqute ji kerbê re şevên min." Heke bêyî te bim ser jê dikim ji dasa demê hemî simbilên li ber bayê zayîna evînê ên ku li pê şopa kulên xwe dikevin Heke bêyî te bim, derdikevim derveyî hebûna ku te ji min re kiriye mîrat dibim fîstanê dînekî ji helbestên xwe jî bi wê de tir qilêrî, birçî û bi girî Heke bêyî te bim Carinan ji hêrsan be jî hemû peyvên min î ji bakurê bêrîkirinê min dike mindalekî ji bayên te stûxwar û evdal Heke bêyî te bim qijnikeke aramîyê ji goşt û laşê min vedixwe taya mirina te ya li min çong vedaye seknên min êdî bêtebat e li vir Heke bêyî te bim çengek baqilîya min narije ji xêrê re dibim gunehkarekî korfirsendê tirsehêza kemijî û kefa qilêrî didim der û ji bextê xwe re derbeder û penaber

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz