Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Min hincetên xwe yên li ber tifika bendemanê bi tenîya demsalan dîyarî baranên biharan kir" Dema mirin di min de dimîne çarînek hilma baranê çawa dibe ku di min de kevzîya bêaramîyekê dinûse Rojên ji qetan wer hatiye qewirandin Gera baranê hilawistî ye û dicivand, gernasîya pûşên derengîyê Paldan ji karê kê tê veqetandin dema ku disincire ax Jîndarîyek sekinîye bi barên xwe yên ji destên zarokekî û nepenîya jê bi wê de tir Ar di qolincên şeva min a xemgînîya sîsirkan de vala ditehime Jan ji wê dera han ber bi min dibe Hey lo! Li xwe dadigirim Ji jehrekê qedehek mirin mîrat maye Ne nîvçemirinek e, haa! Vala naçe darbestên min Li tenişta pergaleke derizokî di kevîyên demjimêran de Ez ew ê ku li ser kursîya xwe ya, ne asayî rûniştime Ji bilindteqînekê hişîyar dibim Di min de, ba ditewe Demsal dihele û çawa ez û ez wekî xwînê di rûpelan de sor î sor nû ji şerekî veqeketîyayî û qilêrî nikarim paqij binivîsim Parîkek êş ji birçîbûna min re kul e çi car bi zûhatîya xwe têr nexeniqîme û Ji zimanê êşê re, bihişt kîşwereke rêpêneketî ewandineke dêris e

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz