"Dema ku ba bi qiloçên xwe, darhêvîya min bihejîne,
gîyanên min li ber seqeman tîştîşî dibe û digindire,
xapşevên utopîk ên ji maçên gezoyan, bo xewnên şûm."
Dema ku ez xwe ji ezmanê helbestê ê heftemîn
bi şerpezeyî biavêjim
Dijene çend geremolîyên ku di kolosan de asoyê diteriqîne
Dîdarîyên min
di sêdarên warê kefensoran de
wekî hebên tizbîyê ji hev du belawela dibe
Ji ketina xwe mazûban û pir bijan im
Pê re, wekî bayekî nerm li avê dilûsim
Lê, dengê min ji gulên çilmisî tê bihîstin
û bê payîz
Pelekî nahêlim
Nikarim bihêlim
li ser çiqlên xwe yên ji xemilandina biharan re
Dema ku ez xwe ji ezmanê helbestê ê heftemîn
bi şerpezeyî biavêjim
Wekî gola baranê bê zayîn, di meşa şolîbûna xwe de
ramanên xemdarîyên min, xwe digihîne rawestgehên
rerîşteyên jinebî ên ne markirî, ji destên xwedayên tolaz
û her bêjîyên ewran, xeman li min difûrîne
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mîtan Şareza şiirlerine dön