Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Zimanê min û şevê jêkirî ye koçberekî dawîya temenê bayê sibê me" Têkçûnên min li ser vê axê mirinê dadigirin Navên kîjan deverê li xwe dikim rêya neçûnê dide ber min Têkçûnên min li ser vê axê Ji pirsan hînî parsekîyê bûye Ji tirsan derewîn bûye Kor î kût Hişîyar dibe rojên min û gavên min li ber pêlan cangorîyê evîneke neçar e Lal û ker digerin dînên dilê min Lê navê straneke bîyanî ye di çermên axê de bûye gor Texsîr neke Galgalên ku ji pûşên kayê di dev û pozê hêvîyên min de bênderan bi cî dike û neçarîya min ji beytikên zivistanê re name ye Têkçûnên min, li ser vê axê hirîya bê diqusîne şivanekî bajarî ye

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz