Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Ez bi dengên çivîkan navan li te dikim ên ku îro di asîmanên çavên te de difirin ên ku îro li kenên te dilûsin." Ew gotinên ku bi zimanê zordarîya gerdûnê ve zeliqîye Pîkolîya hetikandina mirovan bi xwe ye Hil dike hebûna xwe ya henûn ji kokê de û ji ricmkirinan re dihêle Yezdanê hundirê xwe Lê qet nizanim Ez ê te bi xwe re ji kîjan neheqîya neqeban re bikim tûrek ji Xwedê û bi stûyê jana xwe ve bi dar de kim Wekî kûçikekî ku kevir li newqê ketibe ji birînên xwe re, belengazîyê dialêse Bi dengekî kulek reşêşkên baranên min ji xwe re vedixwin û dadigerînin ji bo guhdarkirina bîranînan Ez ê ji kîjan asîmanan re mohra navê te yê beyar di cotkirina xizanîya xwe de biqelêşim Ez ê kîjan pênûsa ku di pistepista şevê de wekî ga û gamêşan di mejîyê min de didin lotan ji dînîtîya xwe re bi devekî eşkere bibêjim Wekî di dergûşa xwe de hêl bibe Bayên ku lorandina xwe ji bêdêtîya xwe re bimêje ji pêsîrên ewran Ez ê jî bêdengîya xwe bimêjim ji vejîneke ku wekî mezelekî tê vedan û êdî pêyên dengê min, ne digihîne erdan û ne jî erşan Li gopalê dilekî digerim ji bo sipartina êşan

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz