"Ez bi dengên çivîkan navan li te dikim
ên ku îro ji bo çavên te difirin
ên ku îro li kenên te dilûsin"
Ez berî her kesî dibûm dîmeneke sînematografîk
û di ser de jî derhênerê hemî kedên xwe yên nekedîkirî
Nizanim ev ahenga orkestraya xwezayê bi te re hişîyar dibû?
Ez im maystroyê bêkêr î erzan, sermestê her şevan
Belê! Ez im ew şa’irê ji xemla xeniqandî re
dîmenê bindestîya kefenkirî ê bi rojan
Ez im ê di xwîna şevê de vedigevizî
axxx, ez im
ew
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mîtan Şareza şiirlerine dön