Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Ji agirê xwe dawerivî xwîna min bibe Pirometheus Ez im ê ku ji qewmê Arî" Dema ku ez destên xwe diavêjim qefesa sînga xwe bi dizî êvarek lê dide Xwedareng e birîna min a ji alî Mahabadê Rojhilat jê diçe û li heyveronê şûrekî Zerdeştî dibiriqe Di wê kelekela evînê de, pê li dirîyên hundirê xwe dikim şewata welatekî ye jê diçe û peyvên min, di baxê îremê de stûxwar dimînin Ev e bextê hibra min a reş, li ba dibe Wekî alayekê piştî şerekî têkçûyî li wê rastê ku ji destên min bikeve bizirên kerbê ê ku li dengê xwe difitile ez im Ben bi hezar qulên hevokên xwe yên kuştî vekim her carê kêlên min xwe ji hev du dibirin Wekî guleyên oportunîstan, li dirûşmeya proleterekî ketibe hêvîyên xwe dikurisînim bi kezeba şewitî Lê êdî asîmanan jî vexwim tîna min naşikîne wekî bayekî westîyayî hêdî, hêdî hêrsa xwe li enîya avê bilûse Belê, min dît Di hevrazan de her kes bi qasî xwe dihele lê bi qasî xwe namire, heke di himbêza hezê de bê meyandin Wê tîrbûneke zexm be ji palevanê parastinê re Li gora jînê peykereke kenderizî ye gotinên min ên bi zimanê êgir diaxive Di şaristanîya tore de Kardoxek im peyvên min bi ser min de xera bibin Wê bi hev du vedin marên min û wê ji gumanan saet newqa xwe vala bike Wekî hespekî ji qamçîyan bitirse Ax! Ev kitekit in, xizanîya zilamtîya min bi ser avê dixin Di koça welatekî de li vî dîyarî Bila êdî hemû tişt di gerîneka xwe ya hetikî de velîze û verişe û kelaşên xwe rakin û bang bikin Tiştek bila jê nemîne, tîştîşî bikin Terk bikin mîrata xwe ya ji sedeqeyên baş û ji rengên xwe yên fetisî rizgar bibin Ji nêçîra we çi mabe, deynin ser sifreya xwe û vexwînin ji bo ku dengekî kevn, pêlava xwe ji pê neke Di mihrîcana we de neyê çong venede Heram neke firaqên hestên we, bi girêza xwe Heke hûn li bendavan bihikumin destên xwe ji baranan re venekin Xwîna min birijînin. şa’ir im Bi ‘Bayê Kur’ çermên laşê min biguron Wê demê guhdarek ê di ser re here hîpnoza hezar salên devbixwîn Wekî qufilên ku li devê pênûsê ketibe ew ê di awêneya dilê xwe de bişikîne çavdaxkirî ew ê rojekê di namûsa me de biqîre

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz