Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Piştî çûyîna te li sêdarên bêrîkirinê tenê çavên min diperpitî" Nezan im ji bayên bablîsokan Wekî kemanên şîzofrenî li ba dibim Diqurmiçim di rehên jarê de Qehrên meyandî vedixwim di zikata taldeya te de Carisîyên nemayî didim ji xwedayên xurifî re Ti bi rondikên asoyên xwe dikî Bijankên xwe ji êvara derîşikestî re negire Ez dizanim pakîya te di cîyê xwe de ji westîyayîyan westîyayîtir û ji zelalîya te tên qewirandin, avên te lê vexwar Sersaxîya çawakirina xumîna tewafa paxilên te ji baranê zûtir û qulmişkên kerbê di berbanga şolîbûna hêsrên te de dixeniqin Darên dûr hilma te jê diweşin Nifirên niviştên sêqozîk di sînga me de diteliqin Lê ez dizanim Jarê Semawendê tazîtîya ayetên te me rûpel bi rûpel û bi cizba mêtina lêvên te ketime bi xwe ketime û Jarê her dem navê te yî kelogirî barên hêstiran li pişta min dike Di kaşên çavên te de marmasîyên tilîyên te a niha bi şevçiraya heyvê re gola dilê min dihejîne Govenda derewan girtiye bi peqokên biharê re Bûme xizanekî xwelîserê evînê dînîtîyên xwe vedirşim Geşta malwêranîya xwe me Gumana min tune ye

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz