Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Her helbestkar bi kêra şevekê û bi kêrî şevekê, wekî marên birîndar diçin qula xewnan." çima ez? Ew helbestvanê ku di janên qusîyayî de qemerîyên devdelingê êvarekê dike bizot ji laşên qaxizê re Domdarîya dabeşkirinê ye ji himbêzan, awirên te Lê dîsa jî palgeh e ji zayînê re Parîkî li bêkesîya xwe vediciniqim û guhên min li kîjan banê çemên te be xeweke bêxewn dikurisîne Vîna ku bi min re ji kîjan kêra dîrokê kotir diewte Bi ramûsanên pezkovîyan re dibihîzim... û dibezim li nav rûyên erdnîgarîya xwe dikevim dirijim û nema bêm dirûn û payîz li kulîyên berfa min a kulek siwar dibe li ber tofana çavên min çima ez? çima ez? çima ez? Ew helbestvanê ku di qirika asoyê de bêbîn û matmayî Zû ditewin di kortên min de roj û bayên ji dola biharê pelên min di çemên ewran de radestî lehîyên te dikin û bi laşekî şivtîtazî zû diwelidim zû... pir zû çima ez? çima ez? çima ez? Ew helbestvanê ku di bêjinga asîmanekî birçî û xizan de xwe bi rondikên komkujîyê ziwa dike û ez bi taya xelatîya xwe, bi toretî mat-miçiqî me Simbilên e, bi kezîyên te ve dihûnim Lêvên axa min a qelişî û ziman jêkirî û asîman bi barên xwe ên giran daqûlî welatekî ku li bejna jinekê hatiye dirûtin bîna daristanan û ji gotinên axê re mêvan e û xwe ji tîna xarî wê dike çima ez? çima ez? çima ez? Ew helbestvanê ku di himbêza xwe de kelekên behrên xwe windakirî Kardoxeke dilrêj im di şewata okyanûsên xwe de çavên masîyên xwe ên biriqok û laşên mercanî radimûsim Ji valayîya laşê xwe direvim Dengê min di nav bêdengîyekê de tenê û zengarî dizûre û tenê bi dilopekê difetisim Her helbest navekî li mirina min dike çima ez? çima ez? çima ez?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz