Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Te xwe ji pakîya avdana derewan, kir hezkirinek bejî Tu yê ji kenan re bibî devê gulperîyan" We yê vê sibehê roj baştir bikira Nexweşîya ku bi sura bayê sibehê ketî Tu dibînî çawa xwe diavêje bextê risteyên pelên sor û zer î We yê rawestanda tevlîhevbûna min î ji katên, bêbextîyan re diket, dibû cîyê gilîkirinê We yê ji gurzên êşên xwe, evîn hişîyar bikira We yê hebekî din asîman li hatina xwe bikira mêvan ku min ê zû bi zû darazên xwe ji çavên te ziwa bikira Min ê xwe li bêndera bablîsokan bikira hêlekana kêfxweşîya awirên te û ez ê bi gulîstana kenên te, vebûma We yê bi deynê xwe nîv olçek, zimanê min bireşanda axê ji bo gotinên min xwe bi çivîkan re bikira hêlîna kenên te û we yê, bi navê kulîlkan sonda xwe ya baranê bixwenda Na! Na! Ne ji bo biharan Ji bo bihevşabûnan We yê gelek tişt bigotana, ez dizanim lê niha heram e risteyên min We yê li vê qeşayê, ramûsan danîya ser nivînên rojê, da ku bila binase sînga te ên ku ji xewnên razayî û ên ji wan ên bêdawî û we yê Sînga min ji ewrên bîyan cihê bikira We yê serê xwe danîya ser baranên min We yê derîyê gerdûnê li çavên min vekira ne ji bo dîtinê ji bo jîyîna xwe, di bîhnstandina te de bikim mizgefta talîya temenê xwe yê kurt û kin ji bo nîv îbadetekê Ey! Ê min distirê Ey! Stargeha min a navê rijîna rojê Ey! Vexwarina sermaya ji baldana te dûr We yê rabirdûyên me di kuçikên çavên xwe de bi xizanîya evînê bişewitanda, ka? Kumêt im ji harbûna re, te yê bi maçên şîrgermî ez bihewandama, ka?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz