"Di îbadetgeha vî bajarî de, bi qasî nifirekê sêwî me
di xwîna xwe de hişk bûme, xerab ketime, asê bûme"
Keçê îşev min birîndar nehêle
Min bikuje
Kîjan derîyên cenetê vebûne ji evîndaran re
Min tenê di cehenemê de nehêle
Kîjan payîzên bêbext
wê te têxin himbêza germayîya dilekî din
Bang-ke wan her du celatên awirên xwe
Keçê îşev min birîndar nehêle
Min bikuje
Baranên çavbixwîn peşkan dibarîne li ser laşê min î birîndar
Pûk e li ser çîyayê bawerîya min, dilerizim
Li ber tu xwedayan negere
Bibêje kîjan Xweda wê guh bidin diayên te
Keçê îşev min birîndar nehêle
Min bikuje
Jana min bûye agirekî gûr
Kîjan xwelîyên poşmanîya jana xwe ji te re bişînim
Ku rûyê negire derkevim nav alemê
Keçê îşev min birîndar nehêle
Min bikuje
Keçê min xemiland bûka çemên dilê xwe
Miçiqî di her du destê min î tî de
Kîjan qurbanîyên xwe yê bêsûc, ji bo te ser jê bikim
Kengî ez hatim îbadeta te
Ey sitargeha min
Min gunehkar neşîne
Ji bo te hatim, pîyên min î bixwîn bibîne
Di rêya te de, ronahîya çavê min tefîya
Min bêşewq, a wiha min bêhêz û bêqewet nehêle
Keçê îşev min birîndar nehêle
Min bikuje
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mîtan Şareza şiirlerine dön