Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Dema ku şev di qetrana xwe de vegevize û were li pênûsê asê bibe wê gavê li asîmanan* Osman Sebrî diçirûse. Osman sebrî rêyek e, Her riste ji êgir pê dikeve… Hêmayên pêlewanîyê ye, gûr dibe." Min bi çavên hogirên xwe kil bike gîyanê welatê hejaran xemilî me ji dirûşmeyeke bêzar Hewar! Li min hewar! Sîya çar hûtan e cîyê bêxwedîtîya ku lê sekinî me Lê dîsa jî, kulîlkên bi te şanaz dibişkuvin Pêl bi pêl bilind dibe, bêperav be jî, ala te Mamê Min o! Rîtmeke beyabanî ye li tevna dilê min dide, heftokên zarokên mirî Bi rengekî rizî û kizirî dirêsim, dilorînim keskesoran ji warên wan ên hedimî re Lê ku bi navê te hişîyar nebe asîman Lêgerîna pirsekê ye her ku ez kirasê axê li xwe dikim Mamê Min o! Dengê etarekî ye dîrok li bêjinga bayê bindestîya min a 30 sal an dikeve Sifreyeke mêrxasîyê ye Heke kerem bikim ji destûra te Baş pê dizanim, rengekî Kawayî ye Mamê Min o! Ji du quriş û nîvê welatperwerîya xwe peyvên te ye wekî çaplîyekê diavêjim ser milê risteyan heta destê sibehê li hebûna xwe ya kavilkirî girê didim Naxwazim yek jê bifilite Mamê Min o! Radibim ji gora kerba xwe wekî şûrekî ku li sayîtîya xwe mikur bê û destê xwe li birînê dişidînim Ji bo ku darên hêvîyê bi bayên te bihejin Mamê Min o! Ku emrê min ji destên jîyanê bifilite û bikeve di windabûna xwe de lêgerîna hebûnê qe nebe bila bi qasî peşkên baranê dilsoz be Mamê Min o! Dûr in bi qasî hezkirineke bêbinî Lê me bi çavên xwe dît çawa mirin nevîyên te bûn û çawa… ji baxçeyê gulîstanê re dibarîyan û ji qîyameta biharan re dişewitîn Her yek ji stêran re bûne zava Li ser mîrata te diçirûsin niha Mamê Min o! Her zindanî ji te asoyan didize û li xwe dipêçe û xwe bera binê deyndarîya derengîyê dide Lê pê dikeve agirekî Kardoxî Di paxila çîyayan de olan dide Zarokên te ên sor î qemer Gewher in… dîdar in Va ye şer… qewimîye şer Her yek diherikin di çavên şevên xemgînîyê de Ji xwînê kumêt in dibin hine ji axê re gor... bi gor û rakirine ala dilê te yê ku ji dost û dujminan re rastgo Mamê Min o! Heke çeperên me bêrih û rewa bibe Reqseke kihêlî ye di qada şer de Mertalekî Derwêşî ye Xweşmêrên te ji çar alîyan bang dike rast e, wê ne dûr e be, azadî bi navê te Mamê Min o!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz