Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîtan Şareza

Mîtan Şareza

2 görüntülenme 0 beğeni
"Dîdarên pakîya rewan Zîldana peyvên herî hêja û kibar ku bibin rêwîyê rêya we yê bi kêrî tiştekî neyên lê navên gelekan di janên jehrdayî de qusîyan" Dilê min îşev li min gilî kir Ew ê werin ronahîya çavên min dilop dilop hêsirên min ji min bidizin Ew ê werin di tarîbûna bîrên neyarî de li hestîyên laşê min bigerin Dilê min îşev li min gilî kir Ew ê werin xerabîya evîndaran di guhên min de biqîrin û wê ciwanîya min pêşkeş bikin Wê bifiroşin bi erzanî Ew ê werin bang kin pîreke lal û bêziman Awirên wê wekî birûskên neçarîya zarokekî bihêrs û wê pîrika hanê dergûşa dawîya jîyana xwe hêl dikir Dilê min îşev li min gilî kir Ew ê êgir berdin wêran bikin helbestên jîyana feqîr û parsekayî û kûçikayî Ew werin leşkerên barbixwîn biajon ser kesera min Dilê min îşev li min gilî kir Rabe looo! Mezelên pênivîsa evîndarên dilşewat Bi pelandina destên kor bibîne Ew ê werin toz û dûxanê li me hilê di wê mêzîna belengazîyê de Erê... rast e, dilê min îşev li min gilî kir Ew ê werin temaşe bikin nêçîra şevên bêbext Xelasîya xewneke derewîn Erêêê, Erêêê Erê dilo

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîtan Şareza şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz