Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Hildigirim Herdu sosin û gulê xwe, Didim ser sîng û dilê xwe, Ez ku mirim...cinyazê min Herduyê bidin ser milê xwe? *** Ava gurr tê devê bendê, Li ser erqa belav dibe, Delav dertê ji wê hindê, Diçe kêmav, zirav dibe, Baqê gulaji ser mila Tê, yeko-yek me par dibe, Li ser beden, hezar dila Kêm rewiş û bîn, dîndar dibe. Ardû-agir di nav kûrê Ji hev hiltê, bela dibe, Nade şemal, nade nûrê, Bêpêlasû, alav dibe... Lê hizkirina dê û bavê... Weke çemê ser delavê, Weke mêrga gul di navê, çiqa ewleda par dibe - Ne kêm dibe, ne jar dibe...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz