Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Kilama min, kilama min - Qîz zerîke dewatvan, çek-libasê xwe sazandin Qam-qanatê terî can. Rextê durr li ser bedenê, Porr û biskê xwe berda, Hat dewata xwendevana, Ket govenda qîz-xorta: û çarçev bûn "dewatvanî" Hatin sêr û temaşê Li vê "qîza" tarihanî, Dîndara wê û rewşê: Hineka li dêm nihêrî, Hineka jî- xemla wê, Hinek hatin heyr-hewasê Li nazê vê bedewê: Hineka go: -Bêqusûre, Hineka go: - Na welle Li pêsîrê nateîsin Ew lal û durrûtulle... Hineka ji go: - Pişta wê rind Nehatiye girêdan, û sekinîm ez dilbarî, Temîke wa min da wan: Min go: - Hemû dewatvanî Dixemilin ber eynê, Lê boy "qîza" min terlanî Hûnin eyna lap eynî: û kembera wê xarbe jî, Hûn lê bibin eyna rast, Te dî semta vê kemberê Min hilanî û guhast. *** Sirsûmê diya mine ezman li hêlanê, û ewirê kirkişî -toxavka kildanê. Cenûb û şimal jî palikêd sirsûmin, Bi milê dayîka min qewat û qudûmin. Gurîn ket, şingîn ket "azixê berkelê", "Dayîka min" kesirî, firk kete navmilê, û denkir toxavka sirsûmê zimzimî, Dinya bû sîtil ber, erdê dew parzinî... *** çivîkêd xapokin ev fikir û mital, Eme lê maşoqin wek zarê tifal. Difirin, datînin çûkêd perrawaz - Me pey xwe hiltînin bi sêr û hewas. Bîr dikin mal û cî, em kes û lêzim, Li pey wan lalicî, kel-bîn dibezin. û divên "ma du gav, vaye, va me girt".. Ew hiltên ji hindav didin dêm û sirt: Bi fêl û fenin ew, em pey kesirî- Nêzîk dikenin, hey dûr dikin girî... Lê bêxem diçin, ew diçine hafa, Em diçin li pey wan bi zemet, cefa... û nagrin, wan nagirin, lê feqet çil-çiya Em dûrva dixwênin li ser bilindcya...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz