Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Gundê Pampê dewat gendî, Ez lê teglîf, ez lê xwendî. Di nav koma qewim û biran Min wergirtye xemla giran: Li bejina min çuxê kurda, Kembera zîv, qayîş serda. Ber- pêsîrê min nitirî, Papaxê reş yan qotkirî, Kihêlê min Pêgasê dîn, Min lê şdandye û teng û zîn: Rext û rismê wî neh mûsa, Meydan ketye rast û dûza. Sazbend şamil lêdixe "cirîd", Li min vebûye bend û şirît, Li ser pişta kihêl Pêgas Xweş hêl dibim ber bi Parnas. *** Qemerdax çiyakî ji van bilinda, şaxê me li ber - nolanî kunda, Lê gava ro ket pişta vî kundî, Qemerdax li ber siya wî bû unda... *** Ezê rabim mîna Mîrmih, mîna sofiyê Bexdayê, Yêr-yêrinde dewremîş bim her çar qulbê dinyayê, Mirin heye, bona meye, ciyê bê mirin nagerim, Ezê hildim tembûrê xwe pey evîntya dil herim. Belkî heta mifriq-mişriq, heta "mala felekê", Ji bona xwe maşoqê dîn peydakim kar-xezalekê... ... Ax, ditirsim mîna Mîrmih emirê min here bêxeda, Yanga diiê min dixweze, bîter nebe tu erda...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz