Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Sîng û berê kew-gozelê Elegeze, Vê biharê wê xemilye rez bi reze: Memikê yarê ser bedenê cot kanîne, Xalêd sûret mîna konê kurmancîne. Guliyê yarê mîna cewê der biharê Hev girtine, fitil-fitil têne xarê. Ezî li ser kaw-kubarê bengiyê xefur, Min da desta û lîlandin sîmê tembûr, Min go:-Yarê, tembûr destê minda helya, Were lawikê xwe keremke cotê guliya. . . Go:- Beytûyo, porr û guliyê min qumaşin, Yêngê mîna te bêsewda û bêhişin: Sîng û berê min zozane, ez çevreşim, Ne ya teme, para lawikê xwe keleşim. . . Got, berzeqê û bi avir min nihêrî, Avirê wê min bûn mîna kêr û dirî. . . Cotê guliya bûn cote mer û min venîn, Sazê min ket, tilî-pêçiyê min lerizîn... Mêrg û geliyê Elegezê girtin dûman, Nizam çira gelo bihar bû zivistan. . . *** Zeriyê zenda zer hildaye ta enîşkê, Raser hatye, dibişêve serê keşkê... Ew keşk nîne, reben dilê mine, yazix, Ji dest huba wê dihele, usa dişkê... *** Xwezil, xwezil, ya min biyayî, Xwezila bûka diya min biyayî, Te çok veda ber pîngê wê, Serî bida ser sîngê wê, Porr û guliyê xwe reş berda, Diya min porê te vegirta, û min destê wêyî çira Li ser porê te paç kira... *** Ez bûm kanî, jorda hatim, Ber bi baxçê te xulxulîm, Sura dilê te da ser min, Ax nîvê rê ez cemidîm. *** Lawikê min çû, bû xwendekar, Bfcrbi gundê me nayê, Yara xwe hişt, çara xwe hişt, Bîrkir sozê dinyayê. şeherlûke tîtik-mîtik Qey muhbeta wî kirî, Dilê lawikê min bû kevir, çerxa min çep zivirî. Ez çi bikim bejina bilind, Xirxê xweyî reng-rengî, Gava lawikê minî ezîz Ser şeherlûyê bû bengî... Hergê bêjim: "Were, lawik, Ez xezala serê çiya", Ax wê bêje: "şeherlûya min Kew-gozela nav baxça". Hergê bêjim: "Were, lawik, Ez sosinim, gula reng", Ax wê bêje: "Barişna min Hewirmişa al-fireng"... Wekî bêjim: "Ezê tera çêkim berr û xalîça", Wê bê: "Dosta min dizane Nexş-nîgarê şah, padişa". Min rebenê, hergê bêjim: " Ez xanimeke cindî", Heqî-heqiyê wê bê: "Dostê prafesor û xwendî..." Na gidîno, qesem-qirar, Xwendikarî bûye dem, Ezê hildim qey xatira Defter, kaxwez û qelem... *Çavkanî: Bijare, Weşanxana Lêgal Plyûs, 2010

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz