Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Diranzêrê, brûkêrê... Dil ji min bir, dil ji min... Helandim xweş xeberê xwe, Bîna misk û emberê xwe, Cineta sîng û berê xwe, Dil ji min bir, dilji min... çevê belek wê kil dida, Beşera rû xweş gul dida, Zerqê hubê li dil dida, Dil ji min bir, dil ji min. . . Hey wax, min bîr naçin diha Naz-nûbara xase biha, Zulfê zêrîn dora guha, Bîn-beşera bedew, biha, Teyr-tawisa per bi zêrê- Dil ji min bir, dil ji min... Hilnegeryan em tu wara, Gul neçinîn tu beyara, Dosta mine nav neyara Ez zû xistim riya dagêrê,- Dil ji min bir, dil ji min... Xeşibîme, hîlar ketî Ji hisreta wî sufetî, Bêbiata qelp derketî- Dil ji min bir, dil ji min. . . Kilama min hubê-xalis, Ew defina mine dengiz, Wek kûtekî nanê garis Girt û avît nav savêrê,- Dil ji min bir, dil ji min... *** Gul-perîke kurmanciyê Ji pirêza pêşa çiyê Peza xwe berjêr dike, Loma li cînêr dike, Divê:- Zilekî kayê Ji destê te dernayê... - Ê, te çi xwe daye min?- Cînar divê,- ay xanim,..- Te nan û av daye min? Qend û gulav daye min? Soka sêva daye min? şekirê lêva daye min? Ka te çî xwe daye min?..

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz