Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
"Qaş, qaş, qaş-qaş...", Ka beranê qerqaş? çi xweş bû wan çola, Ser derav û gola, Berx diketin kêşê, Qaşo dida pêşyê û tewil digirt li sirt, Berxa dorê digirt Mîna hîv û siteyr, Ez lê hewas û heyr... û koloyê renghîv Hey min dibû teglîf. Min qewiz dikir once, Simlê genim û ceh, Li ber digirt, wî zû Leber dikir diçû. Yan wexta min cara Qerxman dida ber ba, Ew dihate bi rev û me dixar tev hev... û min digo: - Hirr tel, Herdu guhê wî bel, Dihate min bê tirs, û çevada hê pirs, Wekî "rast, yan qestî?" Bengizê min guhastî Wî fem dikir yekcar û guh danîne xar Mîna guhê tariş, Dêmek eme bariş, Hev ne xayîn, dijmin... Ew dûr diket ji min... û hê diçe, diçe, Hê ez divêm - çeçe, Qaş, qaş, qaş-qaş... Ka beranê qerqaş?"

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz