Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

16 views 0 likes
Ji birayê birêz, Kemal re Radyo mînanî zengilekî bi sêhr Sêwreke batinî radihêle jêr, û verêkirê dor rêwî girtî Bîrde dibirin ji kêf û laqirdî. Dem dibe beraş, giran dizivire, Dibe deqîqeya tima dibirre. û aha, aha, yek û dudu jî, Dilê evd dibe ewrekî tijî. Bê çar in li vir xeberên însan: Heyr dibe hêsir, dibe ramûsan, Dibe gultim dest, hêl dibe hewa, û li hev dikeve wek porê kewan. Rêwî tar dibe ser pêpelingan çend gavan diçe û dizivire hanga: Dem tevîhev e û çave tijî, Mohra melûliyê ye xala wî ya reş jî. Li xwe dixurdile û deqeyek demek, Xeber dibilqe: “Qurbanî we me…” “Qurbanî we me…” Te digot, ku ev xebera Kurdiyê şems bû, wekî nerm hate rûyê erdê. û heland, heland, Her tişt li vir heland, Erd heland, hesin û kevir heland, Firende heland û bende heland, Heland, perçîm kir bi hev ve tomerî çendik çend xeyset, çendik çend merî. û êmanekî bedew, bimbarek Gişk pê de bi hev re bûn dil û zarek. Kelimîn kûr kûr: “Birayê me yê nûr, Dîl im dilê te jê bû, ma li vir, Dîl im dilê me te birrî û bir.”

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Fêrîkê Ûsiv
🛒 0

Your Cart