Dilê kurr, divê, tînin
Tendûra dêda dikin
Nikarin bipijînin,
çiqas jî pêda dikin.
Lê, divê, ji kerbî kurr
Diya reben nasebirîne,
Xwe davê tendûra gurr,
Ku agir bitemrîne.
û, divê, agir hiltê,
Bi dayîka hêsîr digire,
û teze ser agirê dê
Dilê kurr dikizire…
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön