Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Pêşxeber "Fêrîk, ji kemala tî bi kemal, Meydana kemalê te dî betal, Dengbêj tune bûn li çar hewar- Lema xwe gumanî, xwe bawer? Qernek bêtxûb hat yek kibîr kir, Sihabê kilama te ji bîr kir- Carek ca dawşîne tûrê bîrê:- Dîharbe dewrêşê wê Cizîrê, Feqî bê baxê te wek çem û ab, Xanî li te bibe konê zerbab, Culetke, vehilde tu tev û mer, Bi av can bike sosinêd ter, Zanibe, ewin xwe te Mem û Zîn. Fesal be, neçarê xudan qelem- Qelema te nebe li wan-kelem: Xeberek betsarî bêruh te go- Wan nebe niqitka xûna Beko. Maşoqo, riya hubê gele dijar, Yê nedî navêda meste û jar, Tajdîn xwe şewitand mal û hal tev, Destê bext-miraza negîhand hev. Huba Mem û Zînê li ber te ber, Tu şaş û metel sekinîyî ber: Navkeve, eger tu dikarî- Xêr ku na, dûrkeve wî kenarî. Bera kûr alavkî dide telxe, Wey li wî nav keve dura derxe. Dur binê berêne, ne li kenar, Kenara digerin yêd bê hûnar: Digirin destê xwe hev xişrê xam Diçine nav sûka qure-qutam. Êy Fêrîk, gumanim - tu ne ji wan, Husinê te-ji husinê Ahmedî Xan, Diya te tu anîî rû-hewatê, Bi heq û çirax tu hatî dîhar- Vê dinê nemînî boş û deyindar, De were ramûse pêşa diya xwe, Bi tivdîr dakeve serê riya xwe. . . Serê defterê navê Xudaye, Bêyî wê, defter ne tam, kutaye. Êy Xuda, tu kan bo husinê hubê Heyî, nedîhar, tu ji mehbûbê. . . . (dewama wê nehatiye dîtin.)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz