Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Hê dewrada erd û ezman hev maşoq û yar, Lê sûra wan ji hevdu dûr, li hev nedîhar, Qey bê sêfîl kewgirîne ji derdê evîn Erdê meyî hezar terzî û ezmanê şîn. û qe çendik-çend cara bye -ji dest huba pirr Erşêd jorîn barandine hêsirêd xweye gurr. û erd şabûye, nûr û neder li rû bûye heyran, Heyrana wê bûye xêr û bêr ji bona îsan: û îsanê şêkirbilyan şereze û merd Bi xêr-xweşî gîhandin hev destê erş û erd. Bi "Vostoka" me dewranbêj Gagarîn eslan Pekya berbi sitêrkê nûr û hîva terlan. û bû mêvanê heqî heq li ezmanê durr, Soz jê sitend û kire yek li wir qet û birr... û verê bû eznafê me bi ezet-qulix, Hat û birê xweyî çûkra da salix-sûlix... û birê çûk, şêrê ji nav şerzada ketî, Mîna birê çûkî mêrxaz, birê hikyatî, Hêl bû berbi hêlanê jor bê tirs û bê xof, Ezman xwera kire qonax şêr Gêrman Tîtov. û şêrê me bi sidqê qenc û erşê nedîr Hevra kirin pirs û sowbet şeva kîr û bîr: Vepeşirî erşê nazik, li rû barî nûr û bi hemd û hemadê xwe evdira da destûr. Evdê rûspî û jêhatî bi merd û kemal Hivde gistîlk kirin destê ezmanê şemal... û da xatir û xatir xwest, heya dewatê, û ramûsa enya bûkê, hat rû hewatê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz