Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Kurr dikşîne nefesê, Ruh hatiye ber qefesê, Lê teyîsye reng û rû, Dê nagirî, xwe venarû. Bigrî- kurê bitirse, Negirî- ax dil diquse... Bûye rûnê ser sêlê, Hê nehele qertelê? Kurr dinhêre çevê dê: "Min sar bûne dest û pê, çira nagriyî, dayê can, Bigirî, bigirî, binele, Ez jî zanim, xayê can, Yamin boş û betale"... *** Dîsa were yar keçikê, min bi evîn û surr bike, Hubê bike liva pîçkê, agirê dilê min gurr bike. Tengezerim, hesera teng Ii min pêge, buhurr bike, Cahiltiya min min têke beng, xewn û mitala pirr bike. Cahiltiya min ji dest min çû, ez bûm dîlê te, nederê, Neder jî çû, ev kula han li min hate miyaserê: Birîndarim, muhbet sebeb, lê bê evîn - ezî bêçar, Were kawê, belkî baskê cahiltiya min neêne xar. Heyat xweşe, ezî - tûnsiz, yazixe derd bibe qeda, Emirê minî terrî cahil here deya û bêxeda. Were, were, yar keçikê, min bi evîn û surr bike, Hubê bike ba û birûsk, agirê dilê min gurr bike. *** Ew porê te reş, Ew enya te geş çawa hevdu tên! Ew çevêd belek, Ew qaşêd xeleq çawa hevdu tên! Ew dêmê gulav, Ew lêvêd alav çawa hevdu tên! Ew çena te kurr, Ew gerdena durr çawa hevdu tên! Ew bedena ber, Cot hinarêd ser çawa hevdu tên! Ew bejina şitaf, Navkêlka zirav çawa hevdu tên! û ew bejin û bal, Ew kubira delal çawahevdutên!.. Ew sewdê min feş, Dilê min serxweş çawa hevdû tên... *** Cahiltiya min bû xezaleke kûvî, Min zeft nekir, banzda ji dest min revî, û şev û ro çiqa li pey direvim, Nagihîjmê... aqa jê dûr dikevim..

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz