Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Gulîzerê, dengê te tê ji êla dûr, wa bi kurdî, Kubira delal, seda şîrin ez helandim li vî erdî, Seda te tê, gendî mîna deng û seda gozel kewê, Dengê te bye teyredeke - perwaze li nava hewê. Dengê te tê, dixulxule mîna avek kaniya zelal, Hezar-hezar kurdê cahil li te mane heyr û metal. Gulîzerê, tu dibêjî: "Hergê dila dil hebandiye"... Tu çi zanî, te li vira dilek ser xwe nehelandiye... Gulîzerê, tu li wira distirêyî: "yar gul, yar gul. . ." Tu çi zanî yek li vira ser te nebûye şarur-bilbil. Gulîzerê, ez heyrana seda şîrin, te wî dengî, Dengê teyî ezîz şede, ez li ser te bûme bengî. . .

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz