Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Pampa min a baş, Pampa min a kubar Wê pal vedaye wan quntarê sar, Pamp mîna bûka, bûka xeml lê bend, Dorê çiyayêd me girtine govend. . . Çiyayêd me bilind, çiyayêd me kubar Jê dixulxulin cew û kaniyê sar, Şimalê mij tê mîna karwana Ser çiyayê me ra diçe arana. Êvarê bi hewas mij guje-guje, Û nav mijê da Pamp dihênije. . . Pampa min a sar-gulistan şîraz, Min jê baq kirin gulêd xwe yê xas. . . Ax, çiqa dixast min hezar guman, Ku wextê mirin min bibe mêvan, Cimeta min meytêm şahîrî Çel bike serê çiyayê Dibûrî. . . Ku mija Pampê mîna karivana Bê û ser minra here arana Bîna gulê min, huba dilê min, Huba dilê min, derd û kulê min Bibe arana, Bibe arana, Bibe arana, Qurn û dewrana. . .

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz