Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Dengê şero perweze bû li van kona, şên û dûza, Go: "Hekîmo,malhemekê, pêşkêşa te memikê qîza". Agir girte dilê xorta, van cahila, van tunsiza, Feqiyê Teyra tirbê rabû û Dîlbera xwe ramûsa. . . Dengê şero kire zingîn, çû gihîşte erşê ezmîn. Ji hewas û hijmekariyê cî lerizîn pêvir û mêzîn, Berfa heçê Elegezê- ku hê nediye bahar, havîn, Te go, helya û jorda hat, çem û cewa kire xulîn. . . Pîrê diha li dev gorê, bi rû-hedem kalê zemîn,- Dilê wan jî tev hevdu bû û evîntiya xwe bîr anîn. . . Dengê şero, te go, gihîşt heylo Sîpan û Cizîrê: Rabûn hevra kirin sowbet Mem û Zînê ji kibîrê. . . Te go, Xecê rabû û got: "Siyabend, rabe, hatiye bahar. Dengek pêra ji wêda tê, ez mam hewas û hijmekar. Dibê: "Hekîm, hey hekîmo, dû-dermanê xwe tu hilde". Rabe Sîyabend, belkî hekîm bicebirîne birînê te... Kubra şero perweze bû li van kona, şên û dûza, Bengî Fêrîk bû sewdeser, hilda hezar hub û mûsa, Go: "Bistirê, şero, bira, dilê min bû kûra êgir, Ez têr nabim kilamê te, ku helandin berê kêvir. . . " *** Adar go: - Dilê min mêrg û zevî, Xezalê, canê, kuda direvî... Hergê bilbilî, ez - gula kezî, Gulê dihêlî, kuda dibezî... Xezal zivirî dêmê hewasî, şibêta horiyê min kire nazî, Go: - Adar, dilê min bête-bête, Wele ditirsim ba-bagerê te. Min go: - Xezalê,- min go, - delalê, Ez heyrana te, wê galegalê, Were netirse bayê adarê: Pey adarê tên gulêd baharê. *** Agirê hubê ez kirim bilbilê te, Hêsirê min cew, kişyane ser gulê te, Ax cemidîn, ax nîvê rê bûne bûz Ji dest seqem, surr û serma dilê te.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz