Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

37 views 0 likes
Ez û cimetA eve muhbet, Kilam, şiyêr û saz, Hunur û hewas. Ez xezaleke tî li çiya-baniya,- Cimeta min - ava ser kaniya, Ez cûcika fira, cûcika kewa,- Cimet minra per-bask û hewa. Ez moza hingiv, moza nav şana,- Cimet gula nava kewşena. Ez mesiyê avê, cimeta min -ber, Ew okiyana kûr, qayîkim li ser. Ez keskesora li pey baranê,- Cimet roj û teva aranê. Ez steyrikim, steyreke geş,- Cimeta min- min ezman û erş. Helbestvanim ez, siyarê Pêgas, Cimet minra - meydan û Parnas. Ez û cimetA eve muhbet, Kilam, şiyêr û saz, Hunur û hewas.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Fêrîkê Ûsiv
🛒 0

Your Cart