Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Sovêtê, sovêtê, sovêta - Dayîka me demê û axretê, Bextê me, yaziya me şivêta, Xilazê ber zulm û zulmetê. Miletê me pêla sêlavê, Rênga wî, benga wî tunebye, û şûrê qetlêyî di navê, Belabye, bextreş û gunebye. Mîna îcatek nedîtî Deravek ji navê xulxuliye, Hatye ji xezayê derketî Nav dewla te berda ediliye. Sovêtê, xwelya te melheme, Kewandye birînêd me kurda, Lê dilê min îro bi xeme Boy kurdê me dûre êgirda. Avxûnek der-besta hildayî Ber çevê min şev-ro xuşîne, Dayîkek ewlede undayî Digirî û keserê dikşîne... ...Miletê qurnada xapandî Bûye dîlê îman û mesevê, û îro dijîn şûr kişandî Hatîyêda bi zulm û xezevê. ...û dewa heqiyê ji qecera Tu dikî dîsa nav dewleta, Sovêtê, tu çara bêçara, Sovêtê, gumana mileta...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz