Êvara adarê
Qarxûn tê xarê
û dike xuşîn...
Hewa çîk saye,
Steyrika penc daye
Li ser rûyê ezmîn...
Li jor tê xanê
Steyrika mêzînê
û rêça kadiz.
Li ser milê çiya -
Belekiyê berfa
û hewatemiz...
û ji dûrecî
Rûviyê qolincî
Dike waqînî...
Têjikuleka
Dengê çêleka
û golikê virnî...
û li ser darê
Pûpiyê biharê
Distirê-tû, tî...
Selam te tebyet,
Selam te tebyet,
Cineta rastî...
***
Agir barî mêrg-beyare,
Bûn kerkong û rijik:
Bilbil baxê min ne yare,
Li dewsê ma qijik. . .
çi bêhedin gunê xelqê:
Yara mine ziyaret,
Dewsa nemerd bike delkê,
Min dide cizaret:
Nade dest min soz û gilî:
Dilkê minda-eman,
Baxçê minî gulî-milî
Dibe toz û dûxan. . .
Ezê herim-ziyaretvanimBer
bi ezîz yarê,
Wele, wêra ez qurbanimLi
dest-piya bêm xarê.
Bera mîna berxa qurban
Ber şerjê bim yekcar,
Tek rema wê bive baran
Xûna minra bê xar.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön