Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Tuyê bêjî teze bihar tê, Tuyê bêjî teze yar tê, Ax, hêwirza çivîka Usa hewas û hişyar tê. Kerî kundirrye berpalê, Zevya payîze şîn dike, Rûvî li hafa newalê Kuna kêwrîşka bîn dike. Cewa cinetê berwar bye, Ada ajirûda gêrre, Teyr dora têlêva tarbye, Xwe di cewêda dinhêre. Hîv heyrî rozgara îro Met maye û naçe ava, Ro li hema ezmanê îro Dikene wek zara sava. Li ber vê nedîr û tîrincê "Hevtêmanat" û "Qemerdax" Nolî du birê qazancê Li hev dinhêrin sidiqê sax.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz