Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Kurmanciya min xalis, wa kura tû hatî? Wellehîn nizanim, min nayê bîr- Mîna teva geş çawa min hilatî, Min û vî dilê halsax û sexîr... Qey xewna sêrê bû, ne nava xewê bû, Min nedî, lê rabû û ruhanî, Gezongê şîrin bû, şev nîvê şevê bû, Nerm hat û ser baxçê minda danî. Qey dengê bilbilra tu ketî guhê min, Yan bûyî xulîna cewa zelal, Bûyî ba-werzeba û dara ruhê min Bi xişîn û weşîn kir gale-gal. Dilê min qey deştek, deşta der baharê, Akla te, wekla te toximê zêr, Litbê te barankî jorda lê hat xarê U zîxê deştêra bûn similê kêr. Qey aşbûm û cinet xwe arvançî bû û dexlê ruhê min wek dexlê aş, Pirsêd te nerm hatin û têda cî bûn Mînanî arekî xasî qerqaş. Qey qelb qinazê min geliyê bêbinî, şiletê min serê hezar gula, Hat û hat, nerm hilat mîna cew û kanî, Wan çil û çiyayê nûr, der û çola. Min ne dît, ne pîva - tu ne bi heva bû, Qe nizam kura hat, çawa kişya, Min hew dî dilê minva çilk û çeva bû û av-heyata min hat û rijya. Kurmanciya min xalis, wa kura tu hatî? Wellehîn qet nayê, qet nayê bîr, Her hatî mîna ava avilheyatî û mîna roja geş te da nedîr.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz