Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Mîna çem, mîna çem Her wexta û her dem Fikira min dikişe û dike leme-lem. Carna tê cîkî rast, Cîkî dûz kûr dibe, û bi nerm, bi hewas, Hemdê xwe fûr dide... Carna tê ciyê kevir, Ciyê xişir û zinar, Dixuşe, Diqûje, û dike zare-zar. Carna tê dewlê kûr, Lê dibe gêjgerîng, Xwexwe xwe vedipû û dide defa sîng. Carna tê li bendê, Ciyê hasê gol dibe, Dicive wê hindê, Hev digire bol dibe, Lê nake leme-lem... Ez hingê ditirsim, Dilê min dibe xem, Xwexwe xwe dipirsim: "Ax dibe binice çemê min van dera û neçe, neghîje Tu okiyan û bera..." ...Lê car din av hiltê, Av hiltê, ava gurr, Tîş dike wê bendê, Bend dibe lê buhur. û dîsa dikişe û dike fûre-fûr, Dikişe û diçe Rastêd kûr, warêd dûr.. Mîna çem. mîna çem Her wexta û her dem Fikira min dikişe û dike leme-lem.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz