Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv

2 görüntülenme 0 beğeni
Bihar e, şaîr! Qelemê li cem xwe hazir xweyî bike. Te hew dît xumam kete guhêran, Te hew dît çemên hemle hilşiyan, Pêlan pertav kir nolî kihêlan û “siyar”êd spî li ser hilqoşiyan. Te hew dît şepeyê şeqal mehes kir, Stû bi zinêr ve bû çalma çîl Qulinga çîtê li esmên meqes kir, Di gêlî de giriya roviyekî pîr. Te hew dî refê reşêleyên dengbêj Bi şirîtan ve bûn şeve-şirdan, Li ser “mazmazk”a “Dibûrî” dirêj Raçiya zincîra kerê şivan. Te hew dît berxa kozan kir kalîn, Dûyê pûş, pelaşan li ser gund bû ewr, Te hew dît bîrde Gulperiya narîn Ji te re keniya wek binefşa gewr. û dilê te jî te hew dît jîr-jîr Stra nolî teyra torxe. Ê olecax in, bihar e, şaîr! Qelemê li cem xwe hazir xweyî bike.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fêrîkê Ûsiv şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz