Herê por zerê wey zeriyê
Te gur berda nav keriyê
Mam ker û lal li ber deriyê
Li ku bibînim wê eniyê
Ew eniya zerîşeveq
ûryan gotê rind î tu heq
Ew bingeha hiş Enel-Heq
Naqede bo te ev teqereq
Teqereqa bi hezar salan
Hiş û dilê'm timî talan
şûr winda ye maye kalan
Wa Siyabendê darxelatan
Sêdarxelatên azadiyê
Tu xêlya yî ku min nediyê
çavên dilê'm tu hebiyê
De êdî were xêrnediyê
Xêrnediya li vî xakî
Dîn jî bibim tu welatî
Heta jiya daîm baqî
Nadim gurên zirziqaqî
Tehta guran şematok e
Bejnûbalê bi indeko ke
Darka zavê xelîlok e
De bêbextê, navkî lêke
Navê zerê azadî ye
Gulîzera Kardoxî ye
îro l'Qandîl nexişiye
Serxwebûna daîmî ye
Daîm hebî zerya dilan
Bi berbangê çav bi kilan
Li derî xe bê ez filan
Ferat berde hişaqilan
Aqil diçe evîn rast e
Berdêla wê her darbest e
Hezar spaz boy wê best e
Keda dilê'm jê'r heqdest e
15.09.2012-Amed
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Feratê Dengizî şiirlerine dön