Ez di helbestan xeniqîm
û di roniya
Di kûrayî û şewata çavên te de
Daliqîm
Xweliya agirê ku bedena min şewitand
Bû ronahî ronahiya çavên sebiya
Di wêde de li min bigere
Di xeleka porê sêwiyan
Li min bigere
Sêwiyên ku bêwelat in
Ez hesret im
Ez xemî me
Digerim li warê bêwelatan
Li warê bêevînan
Ew evînên ku bêbersiv
û bêbedêl in
Bayê welatê ku tevî çiya ye
Bayê ku li guliyên dara
Li geliya û li nav lata
Li nav zinara
Digerin
Ez welat im
Evîna ku
Bi tîrêjên Rojê ve
Didaliqim
30 Kewçêre 2000 / Ordî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Feratê Dengizî şiirlerine dön