Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feratê Dengizî

Feratê Dengizî

2 görüntülenme 0 beğeni
çi dîlbera meşwerdekî Dimeşe tê ji hemberkî Bejinzirav memik sêvkî A li bende me, na ne ev e Porqemerî ya hez lalîn Awirnermîna xezalîn Lêvşekera dil binalîn çav dihebe, lê ne ew e Wek kulîlka darbihîvê Sor û spî rengwîzê Serî rake bibînim qîzê Qam dîlber e, lê ne ev e Wek rihana serê latê Ew porê zer çiqas lê tê çav hungivîn kezî zerê Mizîlaq e, lê ne ew e Gangiloka morbinevşîn Sorgewezê dide min tîn Nezer nebe çav birijîn Qam dirêj e, lê ne ev e Xwe bi zeriyê xemilandî Poz biçûkê nexişandî Lêvtenikê kemilandî Dil ji min bir, lê ne ew e Reng esmera dilketimê Lewqtenika lê lal mamê Takrihana çiç’hinarê Pir henûn e, lê ne ev e Ez dildarê xweşikiyê Evîndarê hezhebûnê Rojzerîna heqîqetê Wer li bende me, lê ne ew e Kurdistan e navşêrîn e Azadî li bejnê qîm e Ji vê evînê hetikî me Dizanim wê bê, lê ez ne ezim! 28.09.2012, Amed

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feratê Dengizî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz