Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Feratê Dengizî

Feratê Dengizî

22 views 0 likes
Pir pozbilind î Pişta te li Zinara rengîn Berê te li Beriya zengîn Tu bereketa dîroka kurd Emanetê ‘Mêr û Dîn’ Mêtinger te fetisandin Ji ber wê tim Serê te bi ewr û xemgîn Wek hêlîna bazê belek Aşê felek Pir bilind Wek evîna ‘Mem û Zîn’ Teht û lat û bircên te Nîşana serbestiyê Bi axîn û dilbixwîn Wek evîna Cegerxwîn Li bende mizgîna me yî Wek rextpêçanê / Wan sûkên teng û dirêj Bêhna azadî jê tê / Herimand Rom û erebên qirêj Emperyalî te girêda Bi têlên rêsayî û kumê spî Lê reşkirin wek dilê xwe Yê qirêjî Lê tu Keyakser î dîl najî Te azadkir Gurmîna dilê hevalê Sebrî Ne dûr e Bi nûr e şuştina te bi roja Medî Bixemlîn e bihîvên xwe Bi keskesor û zer êdî Taştêyek li Nisêbîn ji Apê Mûsa Firavîn li Deriyê Stewrê şerekî xweş li nîvê kelê Bes e ev bindestî Axa te / Ava te / Xwîna şehîd Govenda serbixwebûnê Bi qêrîna keleşê / Li serê kelê Bavêje ji ser xwe melûlî Sazdibe li Kurdistan sosyalî Jiyaneke wekhevî Hesreta EGîT Mazlûm Ferhat û Xeyrî Kêfxweş e li gorê Hevalê Sebrî Adar 1997, Ordî

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Feratê Dengizî
🛒 0

Your Cart