Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Feratê Dengizî

Feratê Dengizî

2 görüntülenme 0 beğeni
(Pûşkîn/1826 Ji Alexsandra îvanovana Osîova re) Dixwazin bibêjin harbûnî Dixwazin fedîtiya vala, û xebatek bêaqili be navê wê. Bi vê kawikiya xwe yî bêsiûd; Li ber lingên we gunehê xwe dibêjim; Ji lewra ji we hezdikim. Ne caîze boy navê min, ne ji bo emrê min… Pêwiste biaqilbim hêj bêhtir! Belê nîşana ayanê jî; Di dilê min de germa evînê heye. Dema hûn ne li cem min bin, Her tişt dilê min diguvêşe- dibawişim; Li cem we xemgînim- lê dikişînim Min taqet nîne- lê dixwazim bibêjim, çiqasî ji we hezdikim, huriya min. Kengî bibihîzim, Li odeya mêhvanan dengê gavên we yî sivik, An jî xwişîna libasên we, ew dengê bakîre û bêguneh, Ji nûvde aqilê xwe winda dikim. Ger hûn devliken bin- dilşa me, Lê bi vegera we- xemgînim. Di dawiya rojek îşkenceyê de Destê we yê şewitî xelata min e Bixîret li ser gergefê rûdinin, Delal xwe ditewînin bi ser de, Ew çavên we û porên xelek, Ku ber bi jêr de dihejin, Nayê gotin germa agirê dilê min. Bêdeng dimînim bi rihma dilan, Mîna zarokekî bi heyranî temaşe dikim! Gelo ez ji we re behs bikim, Car carinan çaxê di bin baranê de hûn dimeşiyan Ji bêsiûdiya min, ji dexsiya êşa min Gelo hûn ê pir bi dûr ve herin? Lê ku di tenêtiyê de hêsirên ku we barandin Gotinên ku di kuçeyekê di navbera du kesan de yan jî seyrana li Opoçkayê êvaran piyano Alîna! Bila dilê we bi min biêşe. Ez nikarim parsa evînê bikim, Belko, ji ber gunehên min huriya min, Ez vê evînê heq nakim. Lê her wekî ku hûn jî hezdikin bilîzin rola xwe! Ew awir dikarin her tiştî bînin ziman, wek tiştên nebûyî pêkbîne! Ax! Xapandin çiqasî hêsane, Weke min ê ku xwe dixapîne Ê ku wiha xwe bextewar dibîne. Jêrenîşe: Min û hevalê ûsiv Wesek li Girtîgeha Ordiyê ji Tirkî (mixabin) wergerandibû Kurdî. çiqasî sebra me lê hatibû!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Feratê Dengizî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz